Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin, di 24 seatên dawî de bi 620 kesê din re Coronavîrus hat tespîtkirin.
Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin; di 24 seatên dawî de 19 kesê din ji ber vîrusê mirin. Bi van hejmarên dawî hejmara kesên ku mirin derket 1827 kesî; her wisa bi pêketina 620 kesî hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket 50 hezar û 248 kesî.(ÎLKHA)