Di 24 seatên dawî de  zêdetirî 10 hezar kes  li Rûsyayê bi vîrusê ketin  û hejmara kesên ku bi wan re vîrus hat tespîtkirin derket  milyonek û 215 hezar û 1 kesî.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di 24 seatên dawî de li Rûsyayê  107 kes ji ber Coronavîrusê mirin û hejmara mirîyan derket  21 hezar û 358 kesî.

Bi hejmara xwe ya pêketîyan Rûsya li cîhanê piştî Amerîka, Hindistan û Brezîlyayê  tê.(ÎLKHA)