Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Hindistanê ve hat belavkirin de hat destnîşankirin; di 24 seatên dawî de 904 kes ji ber Coronavîrê mirin û 75 hezar û 829 kes jî bi Coronavîrusê ketin.

Li gorî daneyên Wezaretê hejmara pêketîyan derket 6 milyon û 549 hezarî û yên mirî jî derket 101 hezar û 782  kesî.(ÎLKHA)