Di daxuyanîya ku hat belavkirin de  derbarê mijarê de hat destnîşankirin, di 21 seatên dawî de  bi 640 kesê din re Coronavîrus hat tespîtkirin.

Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin; di 24 seatên dawî de 21 kesê din ji ber vîrusê mirin. Bi van hejmarên dawî hejmara kesên ku mirin derket 1791 kesî; her wisa bi pêketina 640 kesî hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket 49 hezar û 144 kesî.(ÎLKHA)