Di meha Tebaxa sala 2018an de balafirên şer ên koalîsyona navneteweyî ya ku rejîma Siûd jê re pêşîvantîyê dike li Yemenê êrîşî serwîsa xwendekaran kiribûn û di encama êrîşa ku hatibû kirin de 51 xwendekar hatibûn qetilkirinç

Li gorî xebera ku ji teref  ajanasa nûçeyan a SABAyê ve hatiye  belavkirin; Mahkemeya Cezayê ya Yekemîn a Saadayê  di encama mahkemeya ku hat kirin de 10 kesên ku Serokê Amerîkayê Donald Trump û Welîahdê Siûdî Muhammed bîn Selman jî di nav de ne de qerara îdamê da.

Di daxuyanîya ku ji teref mahkemê ve hat belavkirin  de hat destnîşankirin; ji ber qetilkirina xwendekaran li Dhahyanê qerara îdamê hatiye dayîn.

Navên kesên ku mahkeme derheqê wan de qerara îdamê daye wisa ye:

Salman bin Abdulaziz al-Saud, Muhammad bin Salman bin Abdulaziz al-Saud, Turki bin Bandar bin Abdulaziz al-Saud, Donald John Trump, James Norman Mattis, Giselle Norton Allen Schwartz, Abd Rabbo Mansour Hadi, Ali Mohsen Saleh al-Ahmar, Ahmed Obaid Bin Dagher, Muhammad Ali Ahmad al-Maqdashi.

Mahkeme her wisa hukum da ku bersûc 10 milyar dolar heqê xwînê bidin nasên mexdûran.(ÎLKHA)