Barzanî di peyama ku weşand de wisa got: “Bi xemeke zêde ve nûçeya koça dawî ya xwedê jêrazî Şêx Sebah Al Ahmed Al Cabir Al Sebah Mîrê Dewleta Kuweytê gihîşt min, bi navê xwe û gelê Herêma Kurdistana Iraqê ve pirse û sersaxiya dostane li cenabê we û li rêya we jî li malbata we ya birêz û hemû gelê Kuweytê bira dikim. Ji Xwedayê mezin hêvîdarim Xwedê jêrazî bixe ber dilovaniya xwe û bi behiştê şad bike, aramî û hedarê jî bi we bibexşê, asayîş û aramî û pêşketina dewletê û gelê Kuweytê jî her berdewam bê.”(ÎLKHA)