Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta îro li tevahîya cîhanê  33 milyon û 844  hezar  û 178  kes bi vîrusê ketin û milyonek û 12 hezar û 659 kes jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan.

Amerîka, Meksîka, Brezîlya û Rûsya ew welat in ku lê însan herî zêde bi vîrusê ketine.

Di nav van welatan de welatê ku lê  herî zêde mirin pêk tên û hejmara kesên ku pêketine jî herî zêde ye  Amerîka ye. Heta niha li Amerîkayê 7 milyon û 406 hezar û 146 kes bi vîrusê ketin.(ÎLKHA)