Di daxuyanîya ku ji teref Wezaretê ve hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin, hêzên artêşa Ermenistanê di 27ê Îlonê de agribestê îhlal kir û dest bi êrîşan kir.

Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin: “Di encama êrîşên ku di navbera 27-29ê Îlonê de ji teref Ermenîyan ve hatin kirin de heta niha 10 welatîyên me yên sîwîl canê xwe ji dest dan û 30 welatîyên me jî birîndar bûn.”(ÎLKHA)