Dê û bavê ku lawê wan ji PKKê revîya û teslîm bû. Xortê ku berî vê 5 salan ji teref PKKê ve hatibû revandin ji rêxisitnê revîya  û bi dê û bavê xwe yên ku 3yê Îlonê vir ve li ber avahîya HDPê ya Diyarbekirê beşdarî çalakîyê bûne re hevdîtin kir.

Bi hatina Cuma Kaya hesret û elema dê û bavê wî bi dawî bû. Cuma di encama xebatên îqnayê yên ku hatin kirin de li Şirnexê teslîm bûbû.

Bi vegerîna Cuma Kaya hejmara kesên ku ji PKKê revîyan û teslîm bûn derket 18an ku ev bû 391 roj ku bi sedan malbat ji bo zarokên xwe nobedê digirin.(ÎLKHA)