Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Wezîrê Herêmê bo Karûbarê Pêkhateyan Aydin Merûf kir.
Di civînê de giftûgo li ser rewşa pêkhateyên etnîkî li Kurdistanê de bi taybetî pêkhateya Tirkmen hate kirin û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî ragihand ku Tirkmen pêkhateyeke resen ê civaka Kurdistanê ne û got: “Em tekez li ser bihevrejiyana aştiyane ya tevahiya pêkhateyan li Kurdistanê de dikin.”
Di berdewamiya civîna han de Aydin Merûf bi awayekî kurt behsa rewşa pêkhateyên olî û etnîkî li Kurdistanê de kir û balkêşande ser maf û azadiyên wan pêkhateyan û got: “Rewşa tevahiya pêkhateyan başe.”(ÎLKHA)