Di daxuyanîya ku hat belavkirin de  derbarê mijarê de hat destnîşankirin, di 24 seatên dawî de  bi 735 kesê din re Coronavîrus hat tespîtkirin.

Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin; di 24 seatên dawî de 22 kesê din ji ber vîrusê mirin. Bi van hejmarên dawî hejmara kesên ku mirin derket 1693 kesî; her wisa bi pêketina 735 kesî hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket 46 hezar û 466 kesî.

Li gorî daneyên ku hatine belavkirin heta niha 29 hezar û 708 kesên ku bi vîrusê ketine baş bûn.(ÎLKHA)