Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin, di 24 seatên dawî de bi 520 kesê din re Coronavîrus hat tespîtkirin.
Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin; di 24 seatên dawî de 33 kesê din ji ber vîrusê mirin. Bi van hejmarên dawî hejmara kesên ku mirin derket 1650 kesî; her wisa bi pêketina 520 kesî hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket 45 hezar û 215 kesî.
Li gorî daneyên ku hatine belavkirin heta niha 28 hezar û 938 kesên ku bi vîrusê ketine baş bûn.(ÎLKHA)