Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Tirkîyê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; di 24 seatên dawî de 113 hezar û 317 test hatin kirin ku di encama van testan de bi hezar û 721 kesî vîrus hat tespîtkirin û her wisa di 24 seatên dawî de 74 kesê din jî ji ber vîrusê mirin.

Bi van mirinên dawî hejmara kesên ku ji ber vîrusê mirin derket 7 hezar 785 kesî.(ÎLKHA)