Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Hindistanê ve hat belavkirin de hat destnîşankirin; di 24 seatên dawî de 1129 kes ji ber Coronavîrê mirin û 86 hezar û 508 kes jî bi Coronavîrusê ketin.

Li gorî daneyên Wezaretê hejmara pêketîyan derket 5 milyon û 732 hezarî û yên mirî jî derket 91 hezar û 149  kesî.(ÎLKHA)