Di daxuyanîya ku hat belavkirin de  derbarê mijarê de hat destnîşankirin, di 24 seatên dawî de  bi 955 kesê din re Coronavîrus hat tespîtkirin.

Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin; di 24 seatên dawî de 19 kesê din ji ber vîrusê mirin. Bi van hejmarên dawî hejmara kesên ku mirin derket 1572 kesî; her wisa bi pêketina 955 kesî hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket 43 hezar û 323 kesî.

Li gorî daneyên ku hatine belavkirin heta niha 27 hezar û 698 kesên ku bi vîrusê ketine baş bûn.(ÎLKHA)