Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Tirkîyê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; di 24 seatên dawî de 112 hezar û 102 test hatin kirin ku di encama van testan de bi hezar û 767 kesî vîrus hat tespîtkirin û her wisa di 24 seatên dawî de 72 kesê din jî ji ber vîrusê mirin.

Bi van mirinên dawî hejmara kesên ku ji ber vîrusê mirin derket 7 hezar 711 kesî.(ÎLKHA)