Îro jî 6 hezar û 431 kes li Rûsyayê bi vîrusê ketin û hejmara kesên ku bi wan re vîrus hat tespîtkirin derket milyonek û 122 hezar kesî.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di 24 seatên dawî de li Rûsyayê 150 kes ji ber Coronavîrusê mirin û hejmara mirîyan derket 19 hezar û 799 kesî.
Bi hejmara xwe ya pêketîyan Rûsya li cîhanê piştî Amerîka, Hindistan û Brezîlyayê tê.(ÎLKHA)