Zilm û zordarîya rejîma îşxalker bênavber berdewam dike. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin Amr Ataullah Hazimê 13 salî û Muhammed Suade Xelîlê 14 salî li herêma Şilo ji teref siyonîstên îşxalker ve hatin desteserkirin.
Ji ber ku herêma Şiloyê nêzî wargehên îşxalkerên siyonist e, siyonistên îşxalker her tim Filistînîyan desteser dikin. Tê diyarkirin siyonist li herêmê heta niha dest danîne li ser 2 hezar û 100 donim erdê Filistînîyan.(ÎLKHA)