Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Tirkîyê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; di 24 seatên dawî de 114 hezar û 311 test hatin kirin ku di encama van testan de bi hezar û 692 kesî vîrus hat tespîtkirin û her wisa di 24 seatên dawî de 65 kesê din jî ji ber vîrusê mirin.
Bi van mirinên dawî hejmara kesên ku ji ber vîrusê mirin derket 7 hezar 639 kesî.(ÎLKHA)