Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta îro li tevahîya cîhanê  31 milyon û 787  hezar  û 504  kes bi vîrusê ketin û 975 hezar kes jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan.

Amerîka, Meksîka, Brezîlya û Rûsya ew welat in ku lê însan herî zêde bi vîrusê ketine.

Di nav van welatan de welatê ku lê  herî zêde mirin pêk tên û hejmara kesên ku pêketine jî herî zêde ye  Amerîka ye. Heta niha li Amerîkayê 7 milyon û 97 hezar û 937 kes bi vîrusê ketin.(ÎLKHA)