Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta îro li tevahîya cîhanê 31 milyon û 490 hezar û 311 kes bi vîrusê ketin û 969 hezar kes jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan.
Amerîka, Meksîka, Brezîlya û Rûsya ew welat in ku lê însan herî zêde bi vîrusê ketine.
Di nav van welatan de welatê ku lê herî zêde mirin pêk tên û hejmara kesên ku pêketine jî herî zêde ye Amerîka ye. Heta niha li Amerîkayê 7 milyon û 46 hezar û 216 kes bi vîrusê ketin.(ÎLKHA)