Di daxuyanîya ku hat belavkirin de  derbarê mijarê de hat destnîşankirin, di 24 seatên dawî de  bi 730 kesê din re Coronavîrus hat tespîtkirin.

Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin; di 24 seatên dawî de 17 kesê din ji ber vîrusê mirin. Bi van hejmarên dawî hejmara kesên ku mirin derket 1536 kesî; her wisa bi pêketina 730 kesî hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket 41 hezar û 732 kesî.

Li gorî daneyên ku hatine belavkirin heta niha 26 hezar û 921 kesên ku bi vîrusê ketine baş bûn.(ÎLKHA)