Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta îro li tevahîya cîhanê  30 milyon û 42 hezar  û 299  kes bi vîrusê ketin û 945 hezar kes jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan.

Amerîka, Meksîka, Brezîlya û Rûsya ew welat in ku lê însan herî zêde bi vîrusê ketine.

Di nav van welatan de welatê ku lê  herî zêde mirin pêk tên û hejmara kesên ku pêketine jî herî zêde ye  Amerîka ye. Heta îro li Amerîkayê bi 6 milyon û 828 hezar û 301 kesî re vîrus hat tespîtkirin.(ÎLKHA)