Derbarê mijarê de ji ter artêşa qaşo ya siyonîstên îşxalker ve  daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belvkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; di encama mûşekên ku hatin avêtin de 2 îşxalker birîndar bûn.

Endamê Buroya Sîyasî ya Cîhada Îslamî Muhammed el-Hîndî destnîşan kir,  ew ji ber peymana îxaneyê ya ku di navbera Bahreyn, Mîrektîyan Yekbûyî ya Ereban û siyonîstên îşxalker de hat îmzekirin ew mûşek avêtina wan axên di bin îşxalê de.

Hîndî di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir: “Di dema ku Trumpê rûreş, Netanyahu û hinek Erebên xwefiroş peymana îxaneyê îmze dikirin, Xazzê helwesta xwe ya di vî warî de bi mûşekan nîşan da.”(ÎLKHA)