Ebû Zuhrî di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de destnîşan kir: “Peymana asayîbûnê di sefê cîhanê de bicîbûn û destekdayîna ji îşxala ku li hember Filistînê tê kirin e.”

Ebu Zuhrî di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir, ji bo doza Filistînê bê tasfîyekirin ev peyman hat îmzekirin û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Ev peymana dê qet aştîyê ji Rojhilata Navîn re neyêne.Hinek rayedarên Bahreyn û Mîrektîyên Yekbûyî yên Ereban ji doza Quds û Filistînê re îxanet kirin.”

Doh Bahreyn û Mîrektîyên Yekbûyî yên Ereban li Amerîkayê digel siyonîstên îşxalker peymanan îxanetê îmzekirin.(ÎLKHA)