Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta îro li tevahîya cîhanê  29 milyon û 445 hezar  û 688  kes bi vîrusê ketin û 932 hezar kes jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan.

Amerîka, Meksîka, Brezîlya û Rûsya ew welat in ku lê însan herî zêde bi vîrusê ketine.

Di nav van welatan de welatê ku lê  herî zêde mirin pêk tên û hejmara kesên ku pêketine jî herî zêde ye  Amerîka ye. Heta îro li Amerîkayê bi 6 milyon û 749 hezar û 289 kesî re vîrus hat tespîtkirin.(ÎLKHA)