Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta îro li tevahîya cîhanê 29 milyon û 445 hezar û 688 kes bi vîrusê ketin û 932 hezar kes jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan.
Amerîka, Meksîka, Brezîlya û Rûsya ew welat in ku lê însan herî zêde bi vîrusê ketine.
Di nav van welatan de welatê ku lê herî zêde mirin pêk tên û hejmara kesên ku pêketine jî herî zêde ye Amerîka ye. Heta îro li Amerîkayê bi 6 milyon û 749 hezar û 289 kesî re vîrus hat tespîtkirin.(ÎLKHA)