Derbarê mijarê de ji teref Asayîşa Hewlêrê ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; di encama xebatên ku 2 roj berdewam kirin de li Taxa Nwêya Hewlêrê operasyonek hat kirin û di ser malekê de hat girtin.

Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin; di encama operasyona ku hat lidarxistin de di malê de 1500 damençeyên bêrûxsat û gelek berik hatin bidestxistin û her wisa 2 kesên ku têkilîya wan bi bûyerê re hebûn hatin binçavkrin.(ÎLKHA)