Komên berxwedanê yên li Filistînê doh êvarî damezrandina Lîdertîya Yekbûyî ya Neteweyî ya ji bo Berxwedana Gel a Filitînê ragihandin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de ji bo peymana îxanetê ya ku hatiye îmzekirin bê red û şermezarkirin banga çalakîya girseyî kir. Ew ê çalakî di 15ê Îlonê de bê lidarxistin.
Di berdewama daxuyanîyê de hat xwestin ku 18ê Îlonê roja înê jî li her derî ala reş bê daleqandin û di xutbeyan de qala vê peymana îxanetê bê kirin.
Bahreyn û Mîrektîyên Yekbûyî yên Ereban ji bo asayîbûna bi siyonîstan re gav avêtibûn û dê mohra xwe li bin peymana îxanetê bixin.(ÎLKHA)