Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Îranê ve hat belavkirin de hat diyarkirin, hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 22 hezar û 29an û bi pêketina 2 hezar û 139 kesên din hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket li ser 399 hezar û 940 kesî.
Berdevka Wezareta Tenduristîyê ya Îranê Sîma Sedat Larî li Tahranê di civîna ku tertîp kir û daneyên dawî yên derheqê Coronavîrusê de bi raya giştî re parve kir.
Sedat di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir di 24 seatên dawî de 116 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û dû re wiha got: “Li Îranê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 23 hezar û 29 kesî û hejmara kesên ku bi wan re bi Coronavîrus hat tespîtkirin jî derket 399 hezar û 940 kesî.Heta niha 344 hezar û 516 kesên ku bi vîrûsê ketibûn baş bûn.”(ÎLKHA)