Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Herêma Kurdistanê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê hat diyarkirin; di 24 seatên dawî de li Herêma Kurdistanê 24 kes ji ber coronavîrusê canê xwe ji dest dan ku hejmara mirîyan derket hezar û 289 kesî.

Her wisa hat hînbûn 461 kes jî bi vîrusê ketin ku hejmara pêketîyan derket 34 hezar û 821 kesî.(ÎLKHA)