Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin şewat doh êvarî li Kampa Penaberan a Morîaya li Girava Mîdîllîyê derket. Tê diyarkirin piştî şewata doh êvarî vê şeveqê jî li 2 xalên cuda jî şewat derket.

Tê diyarkirin li kampa ku lê şewat derket zêdetirî 12 hezar penaber dijîyan ku ji ber şawetê penaber  konên xwe terk kirin û berê xwe dan nava bajêr.

Kampa ku lê şewat derket ji ber Coronavîrusê hatibû xistin karantînayê.(ÎLKHA)