Mirinên ku ji ber Coronavîrusa ku li Wuhana Çînê derket holê û di demeke kurt de belavî temamê dinyayê bû pêk tên her ku diçin zêdetir dibin.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin  hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane derket 908 hezar kesan û hejmara kesên pêketî jî derket  28  milyon  û  25 hezar û 252 kesan.

Mirinên herî zêde yên ji ber Coronavîrusê heta niha li Amerîkayê pêk hatin. Li gorî daneyên dawî hejmara mirîyan li Amerîkayê derketiye 195 hezar 239 kesî.(ÎLKHA)