Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Hindistanê ve hat belavkirin de hat destnîşankirin; di 24 seatên dawî de 1113 kes ji ber Coronavîrê mirin û 75 hezar û 809 kes jî bi Coronavîrusê ketin.

Li gorî daneyên Wezaretê hejmara pêketîyan derket 4 milyon û 280 hezarî û yên mirî jî derket 72 hezar û 775 kesî.(ÎLKHA)