Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Tirkîyê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; di 24 seatên dawî de 117 hezar û 113 test hatin kirin ku di encama van testan de bi hezar û 612 kesî vîrus hat tespîtkirin û her wisa di 24 seatên dawî de 53 kesê din jî ji ber vîrusê mirin.

Wezîrê Tenduristîyê Fahrettîn Koca derbarê mijarê de destnîşan kir; “Îro  117 hezar û 113 test hatin kirin û hejmara nexweşên me yên ku rewşa wan giran e zêde dibe. Hêj hejmara kesên ku baş dibin hindik e.”(ÎLKHA)