Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta îro li tevahîya cîhanê  26 milyon û 471 hezar  û 716  kes bi vîrusê ketin û 873 hezar û 223 kes jî ji ber Coronavîrus’ê canê xwe ji dest dan.

Amerîka, Meksîka, Brezîlya û Rûsya ew welat in ku lê însan herî zêde bi vîrusê ketine.

Di nav van welatan de welatê ku lê  herî zêde mirin pêk tên û hejmara kesên ku pêketine jî herî zêde ye  Amerîka ye. Heta îro li Amerîkayê bi 6 milyon û 335 hezar û 244 kesî re vîrus hat tespîtkirin.(ÎLKHA)