Li Amerîkaya ku lê Coronavîrus her ku diçe tesîra xwe zêde dike di rojekê de zêdetirî 46 hezar kes bi coronavîrusê ketin.
Li gorî daxuyanîya ku ji teref Zanîngeha Johns Hopkînsê ve hatiye belavkirin; di rojeke dawî de li Amerîkayê bi zêdetirî 46 hezar kesî re Coronavîrus hat tespîtkirin û hejmara pêketîyan derket 6 milyon û 259 hezar û 992 kesî.
Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin di 24 seatên dawî de 1136 kesên din jî ji ber Coronavîrusê mirin û hejmara mirîyan derket 188 hezar û 961 kesî.(ÎLKHA)