Derbarê koçberên ku hatin rizgarkirin de daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; di encama xebatên ku hatin kirin de li nêzî navçeya Çeşmeya Îzmîrê 40 koçber û li nêzî Buruna Muglayê 41 koçberên ku ji teref Yunanistanê ve hatibû vegerandin û behrê de mahsûr mabûn hatin rizgarkirin.(ÎLKHA)