Fahrettîn Koca di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, di 24 seatên dawî de 44 kesên din ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 6 hezar û 370î.

Lı gorî daxuyanîya ku Wezîr Koca belav kir; di 24 seatên dawî de zêdetirî 110 hezar test hatin kirin û di encama van testan de bi 1587 kesî re vîrus hat tespîtkirin û hejmara pêketîyan derket 170 hezar û 133 kesî. Di 24 seatên dawî de 1087 kes baş bûn û hejmara kesên ku bi vîrusê ketibûn û baş bûn derket 244 hezar û 133 kesî.(ÎLKHA)