Derbarê mijarê de ji teref Midûrtîya Ewlehîyê ya Bajara Wanê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; li gundê Kurubaşa navçeya Edremîta Wanê kamyoneke şikdar hat sekinandin û lêgerîn tê de hat kirin. Di encama lêgerîna ku hat kirin de 13 hezar û 800 paket cixareya qeçax ên ku di kamyonê de hatibûn veşartin hatin bidestxistin û ajokarê bi navê S.T. hat binçavkirin.(ÎLKHA)