Di destpêka peyama ku hat lidarxistin de ji Xweda re hemd hat kirin û salat û selam li Hz. Muhammed û ji al û ashabên wî re hat anîn û hat destnîşankirin; hemd ji Xweda re  ku cardin kir nesîbê me em bigihijin meha Muharremê.

Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin; meha Muharremê ji teref Hz. Pêxember ve wek “meha Xweda” tê wesfandin û dû re wiha li peyamê hat zêdekirin: “Piştî rojîya Remezanê rojîya herî efdal a ku di vê mehê de tê girtin e.Her wisa gelek meseleyên dîrokî yên ku li ser însanan tesîr hiştine pêk hatine.”

Di berdewama peyamê de hat destnîşankirin: “Di 10ê vê mehê de ango di roja Aşûrê de; Hz. Musa û qewmê wî ji zilma Fîr’ewnê mustekbîr xelas bû, Hz. Îbrahîmê ku dostê Xweda ye teşrîfî dinyayê kir, keştîya Hz. Nûhê ku bi salan micadeleya tewhîdê da derket beravê, diaya Hz. Ademê ku bavê me ye qebûl bû û towbeya Hz. Yunus hat qebûlkirin û ji sê tarîtîyan xelas bû. Roja Aşûrê rojeke wisa mibarek û bi şeref e. Divê em ji wek Hz. Musa li dijî zilmê rabin ser pîyan û şist nebin, divê em wek Hz. Îbrahîm bibin xwedîyê esasên tewhîd û teslîmîyetê, divê em wek Hz. Nuh di warê dawetê de bibin xwedîyê sebrê û xeyretê, dema ku me xeta û gunehek kir divê wek Hz. Yunus poşman bibin û tewbe bikin. Ev tev dersên nebewî ne ku ji me re hatine hiştin.

“Kerbela meşaleyek e ku ew meşala rûyê rastî yên pergalên Yezîdî derxistiye holê”

Di berdewama peyamê de hat destnîşankirin, di roja Aşûrê de facîaya Kerbelayê jî pêk hatiye û dû re wiha li peyamê hat zêdekirin: “Ji mêj ve 10ê Muharremê roja Aşûrê ji teref însanan ve wek roja xweşî û şadîyê dihat bîranîn; lê belê di vê rojê de facîaya Kerbelayê pêk hat ku ev yek temamê Muminên ku ji Hz. Pêxember û Ehlê Beyta wî hez dikin birîndar kir û êşand.  Li Kerbelayê Hz. Huseyînê ku nevîyê Pêxemberê me bû û gelek kesên ku endamên Ehlê Beyt bûn û zêdetirî 70 yarenên Hz. Huseyîn ji bo emelên sîyasî û dinyewî hatin şehîdkirin ku  ev yek di dîrokê de wek roja reş û bi xwîn hatiye qeydkirin. Kerbela meşaleyek e ku ew meşala rûyê rastî yên pergalên Yezîdî derxistiye holê.Kerbela  bi dersa ku ji mekteba rîsaletê hatiye girtin li dijî zilm û zalim rabûna li ser pîyan e.”

Di dawîya peyamê de wisa hat gotin: “Em wek Weqfa Evîndarên Pêxember daxwaz dikin ku gelê me rojîya Aşûrê bigirin, sedeqeyan bidin, selamê di nav civakê de geş bikin û ji Mislimanan re dia bikin. Em ji Rebbê xwe daxwaz dikin ku şîfayê bide nexweşên me û dawî li vê şobê bîne. Dîsa em jê nîyas dikin ku ewladên ezîz ên Îslamê ji ummetê re bihêle.”(ÎLKHA)