Derbarê mijarê de ji teref  Wezareta Birêveberîya Afetê yê Nîjerê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; ji ber lehîyan heta niha 20 hezar mal, 24 camî di bin avê de man, 5 hezar dewar telef bûn, 448 depoyê zad û bi hezaran erdên çndî di bin avê de man.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ji ber lehîyan heta niha 45 kes canê xwe ji dest dan.(ÎLKHA)