Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta îro li tevahîya cîhanê 24 milyon û 337 hezar û 5 kes bi vîrusê ketin û 829 hezar û 686 kes jî ji ber Coronavîrus’ê canê xwe ji dest dan.
Amerîka, Meksîka, Brezîlya û Rûsya ew welat in ku lê însan herî zêde bi vîrusê ketine.
Di nav van welatan de welatê ku lê herî zêde mirin pêk tên û hejmara kesên ku pêketine jî herî zêde ye Amerîka ye. Heta îro li Amerîkayê bi 6 milyon û 365 kesî re vîrus hat tespîtkirin.(ÎLKHA)