Îpek Era ku mexdûr e di 7ê Tebaxê de serî li Serdozgerîya Komarê ya Sêrtê dabû û derheqê Musa Orhanê ku hevdû li ser medyaya civakî nas kiribûn û bi hevre hevaltî kiribûn de bi îddîaya ku destdirêjî lê kiriye gilîdar bûbû.

Di bergeha lêpirsîna ku hatibû vekirin de Musa Orhan hatibû tewqîfkiri; lê parêzerê Musa Orhanî ji qerara mehkemê re îtîraz kir û xwest ku Orhan bê berdan.

Mehkemê îtîraza parêzer qebûl kir û Musa Orhanê ku bersûcê îstîsmara zayendî ye serbest berda.(ÎLKHA)