Bûyer li gundê Serîn û Guçlu yên ku girêdayê Licê ne pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn di navbera 2 malbatan nîqaş dest pê kir û piştî demekê nîqaş bû pevçûna çekdarî.

Di pevçûna ku tê de çek hatin bikaranîn de 3 kes canê xwe ji dest dan û 2 jê giran 5 kes jî birîndar bûn. Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.

Derbarê pevçûnê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)