Fahrettîn Koca di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, di 24 seatên dawî de 24 kesên din ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan.

Wezîr Koca di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir “Di 24 seatên dawî de 98 hezar û 231 test hatin kirin û di encama van testan de bi 1502 kesî re vîrus hat tespîtkirin û hejmara pêketîyan derket 261 hezar û 194 kesî. Di 24 seatên dawî de 887 kes baş bûn û hejmara kesên ku bi vîrusê ketibûn û baş bûn derket 238 hezar û 795 kesî.”

Koca di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir “ Heta îro zêdetirî 6.5 milyon test hatin kirin. Di encama testên ku îro hatin kirin de bi hezar û 500 kesî re vîrus hat tespîtkirin.”(ÎLKHA)