Fahrettîn Koca di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, di 24 seatên dawî de 18 kesên din ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan.
Wezîr Koca di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir “Di 24 seatên dawî de 95 hezar û 943 test hatin kirin û di encama van testan de bi 1143 kesî re vîrus hat tespîtkirin û hejmara pêketîyan derket 259 hezar û 692 kesî. Di 24 seatên dawî de 743 kes baş bûn û hejmara kesên ku bi vîrusê ketibûn û baş bûn derket 237 hezar û 908 kesî.”
Koca di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir “Îro 96 hezar test hatin kirin û di encama van testan de bi 1443 kesî re vîrus hat tespîtkirin. Hejmara nexweşên me yên ku rewşa wan giran nêzî 800î ye.”(ÎLKHA)