Qeza li ser Rêbeja Bursa-Enqerê li nêzî mewqîya Taxa Ruştîyeyê pêk hat.
Li gorî îddîayan wesayîta ku şofêrê wê Osman Murat O bû, dema ku dikir ji cihê lê derbasbûn qedexe ye derbas bibe wesayîta ku şofêra wê Aysel Daçik bû lê qelibî. Wesayîteke din a ku ji hêla Enqerê ve dihat jî li wesayîtên ku qeza kiribûn qelibî.
Di encama qezayên ku pêk hatin de 4 kes canê xwe ji dest dan û 6 kes jî birîndar bûn.
Kesên ku di qezayê de birîndar bûn bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)