Êtîmxaneya ku ji teref Weqfa Yetîman ve li Bangledeşê  li ser navê Fesîh Guler Xoce  tê çêkirin.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin êtîmxaneya ku dê bê çêkirin ji 4 hezar û 46 metre çarçik pêk tê û tevde ji 13 beşan pêk tê.

Di avahîya ku dê bê înşaakirin de salona xwendinê, xwaringeh, mitbax, serşo,  destav, salona konferansê, oda ofîsê, odaya bêhnvedanê û odayên xwendevanan heye.

Fesîh Guler Xoce kî ye?

Gulerê ku di salên 1990î de mamostetî dikir ji wezîfeya xwe îstîfa kir û emrê xwe ji doza Îslamê re feda kir. Guler ji ber xebat û xizmetên xwe yên Îslamî di navbera salên 1997-2000î de bû muhacir. Guler di sala 2000î de bi kumpas û komployên FETO hat desteserkirin û 3 mehan îşkenceyên gelek giran û xedar lê hatin kirin û 7 salan di girtîgehê de hat girtin. Fesîh Xoca di sala 2012an de ji ber verişîn û sergejekîyê serî li Nexweşxaneya  Lêkolîn û Perwerdehîyê ya Diyarbekirê da . Di encama tahlîlên ku hatin kirin de hat teşxîskirin ku pê re nexweşîya gurçikan heye. Ji ber îşkenceyên giran û xedar ên ku di salên 90î de lê hatibûn kirin her 2 gurçikên wî hatin girtin û bi gurçikeke ku birayê wî Nurî Guler dayê neqla gurçikê lê hat kirin. Fesîh Guler zewicî bû bavê 4 zarokan bû.(ÎLKHA)