Di civînekê de tekezî li ser proseya çaksaziyê li Wezareta Pêşmerge û yekxistina hêzên Pêşmerge hate kirin û dawî pêngavên di vî warî de hatin guftûgokirin û pêdagirî li ser bilezkirina proseya çaksazî di nava hêza Pêşmerge de hate kirin.

Herwiha guftûgo derbarê pirsa pileberzkirina piladarên hêza Pêşmerge hat kirin ku çend sal in hatine rawestandin. Biryar hat dayîn pileberzkirina hêza Pêşmerge bo sala 2017an bê bicihkirin û pileberzkirinên 2018 û 2019an û salên bê jî, li gor mîkanîzma nû û piştî hûrgiliyên zêdetir biyara pêwîst di wê derbarê de bê dayîn.(ÎLKHA)